Tirkiye

Di operasyonên "Gurz-39" û "Gurz-40" yên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 240 şikbar hatin girtin

Şeyma Güven  | 22.01.2025 - Rojanekırın : 22.01.2025
Di operasyonên "Gurz-39" û "Gurz-40" yên li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da 240 şikbar hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Gurz-39" û "Gurz-40" yên ku 2 hefte ne li 43 bajaran li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê dewam dikin da 240 şikbar hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê operasyonên "Gurz-39" û "Gurz-40" yên ku ji hêla hêzên ewlehiyê û cendirmeyan va hatin kirin da agahî da.

Yerlîkaya ragihand ku di van operasyonên ku 2 hefteyên dawîn da Enqere, Stenbol û Îzmir jî di nav da li 43 bajaran li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hatin kirin da 240 endamên rêxistina terorê hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya got hat tesbîtkirin ku şikbarên ku hatin girtin di nav PKK/KCKya rêxistina terorê da dixebitîn, di nav sazûmaniya ciwanî û îdeolojîk ên rêxistina terorê da bûn, ji rêxistinê ra piştgiriya aboriyê peyda dikirin û bi rêya hesabên medya civakî propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê dikirin.

Yerlîkaya anî ziman ku kesên der barê wan da cezayê girtînê û qeyda lêgerînê hene jî hatin girtin û diyar kir ku di operasyonan da çekên bêruxset, gelek belgeyên rêxistinî û melzemeyên dijîtal hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın