Tirkiye

Di operasyonên "Kalkan-28"ê da 257 gumanbarên organîzatoriya qaçaxcîtiya koçberan hatin girtin

Burcu Çalık Göçümlü  | 08.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Di operasyonên "Kalkan-28"ê da 257 gumanbarên organîzatoriya qaçaxcîtiya koçberan hatin girtin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 41 parêzgehan di nava 2 hefteyan da dijî organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan û koçberên bêdestûr operasyonên "Kalkan-28"ê hatin li darxistin û di encamê da 257 organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan hatin girtin.

Yerlîkaya derbarê oprerasyonên dijî organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya ragihand ku li 41 parêzgehan di nava 2 hefteyan da dijî organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan û koçberên bêdestûr operasyonên "Kalkan-28"ê hatin li darxistin û di encamê da 257 organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan hatin binçavkirin û wiha got, "Ji koçberan 59 kes hatin girtin û 22 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Karûbarên edlî yên din jî berdewam e."

Yerlîkaya diyar kir ku di nava sala 2024an da dijî organîzatorên qaçaxcîtiya koçberan bi giştî 6 hezar û 339 operasyon hatine lidarxistin û got, "Di encama van operasyonan da 3 hezar û 924 qaçaxciyên koçberan hatine girtin û jê ji bo hezar û 693 kesan şertê kontrola edlî hat meşandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın