Tirkiye

Di operasyonên "Kalkan-30"ê da 1644 koçberên bêdestûr hatin qefaltin

Abdullah Sarica  | 18.11.2024 - Rojanekırın : 18.11.2024
Di operasyonên "Kalkan-30"ê da 1644 koçberên bêdestûr hatin qefaltin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonên "Kalkan-30"ê da yên li giştiyê welêt hatin lidarxistin, 51 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û 1644 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.

Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ji bo ewlehî û aramiya welêt ew ê di têkoşîna xwe ya dijî koça bêdestûr û qaçaxçîtiya koçberan da berdewam bin.

Yerlikaya bal kişand ku di operasyonên "Kalkan-30"ê da yên li giştiyê welêt hatin lidarxistin, 11 jê biyanî 51 organîzatorên qaçaxçîtiya koçberan û 1644 koçberên bêdestûr hatin qefaltin û her wiha ji bo koçberên bêdestûr yên hatin tesbîtkirin, miemeleyên paşdaşandina wan hatin destpêkirin.

Yerlikaya her wiha diyar kir, di kontrolên li 5 hezar û 94 cihan da 24 hezar û 400 personel û 7 hezar û 347 ekîban beşdarî kirin û wiha got, "Di operasyonan da 17 otomobîl, 3 tekne yan jî bot, 8 demançeyên bêrûxset û qederek jî madeya hişbirê hatin bidestxistin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın