Tirkiye

Di operasyonên "Kiskaç-23" yên li dijî FETOyê da 73 şikbar hatin girtin

Merve Yıldızalp  | 23.07.2024 - Rojanekırın : 23.07.2024
Di operasyonên "Kiskaç-23" yên li dijî FETOyê da 73 şikbar hatin girtin

Ankara

 Di operasyonên Kiskaç-23 yên li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên di 4 rojên dawîn da li 16 bajaran hatin kirin da 73 şikbar hatin girtin.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ya li ser hesabê wî yê medyaya civakî hat parvekirin, li Enqere, Çorum, Denizlî, Diyarbekir, Edirne, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Kirşehîr, Kutahya, Mêrsîn, Meletî, Rîze, Samsun û Sêwazê li dijî FETOyê operasyonên Kiskaç-23yê hatin kirin.

Di çarçoveya operasyonan da di 4 rojên dawîn da 73 kes hatin girtin.

Hat tesbîtkirin ku şikbar di nav sazûmaniya veşartî ya qaşo ewlekariyê û ya rojane ya rexistine da tevdigerin.

Hat hînbûn ku beriya ezmûnan pirs li wan hatine belavkirin, di hevdîtinên kar da ew bi avantaj hatine hesibandin, bi telefonên ankesorê bi hev ra têkilî danîne û bernameya ragihandinê ya krîpto ya rêxistinê "ByLock"ê bi kar anîne.

Hat tesbîtkirin ku di nav şikbaran da kesên der barê wan da biryara lêgerînê hatine dayîn û cezayê hepsê hildane jî hene.

Yerlîkaya anî ziman ku operasyonên li dijî rêxistinên terorê û hevkarên wan wê dewam bikin û polêsên ku beşdarî operasyonan bûne jî pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın