Tirkiye

Di operasyonên li dijî sazûmaniya ewlehiyê ya FETOyê da ji 41 şikbaran 29 kes hatin binçavkirin

Fırat Taşdemir  | 17.09.2024 - Rojanekırın : 17.09.2024
Di operasyonên li dijî sazûmaniya ewlehiyê ya FETOyê da ji 41 şikbaran 29 kes hatin binçavkirin

Ankara

ANKARA (AA) - Di operasyonên navend Enqere li 19 bajaran li dijî sazûmaniya ewlehiyê ya FETOyê hatin kirin da ji 41 şikbaran 29 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsînên ku ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Terorê va tên kirin da hat tesbîtkirin ku rêxistina terorê ya çekdar a FETO/PDYyê Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê hedef girt.

Hat gotin rêxistinê hewl da ku di nav ewlehiyê da şax vede, elemanan bi dest bixe, personelên ewlehiyê li gorî pergala ku ji aliyê rêxistinê va hatiye çêkirin bişopîne û rewşa wan ya alîgirtiyê ya rêxistinî qeyd bike.

Di çarçoveya van çalakiyan da der barê 36 kesên ku "berpirsyarên mehrem ên ewlehiyê" yên ku jê 6 kes personelên kamuyê ne û hê di sazî û rêxistinên cuda yên kamuyê da bi awayekî aktîf dixebitin da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Her wiha ji bo 5 kesên ku hat tespîtkirin amûra ragihandinê ya veşartî ya FETO/PDYyê ByLock bi kar tînin jî biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di vê çarçoveyê da der barê 41 kesan da biryara binçavkirinê hat dayîn, jê 29 kes hatin girtin.

Ekîbên Midûriya Ewlehiya Bajêr ya Enqereyê ji bo ku şikbarên din bên girtin dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın