Tirkiye

Di operasyonên "Mercek-27"ê da der heqê 1664 berşikan da miemele hat kirin

Abdullah Sarica  | 07.11.2024 - Rojanekırın : 07.11.2024
Di operasyonên "Mercek-27"ê da der heqê 1664 berşikan da miemele hat kirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, di operasyonên "Mercek-27"ê da yên di hefteyekê da li dijî qaçaxçiyên çekan û çekhilgirên bêrûxset hatin lidarxistin, der heqê 1664 berşikan da miemele hat kirin û 2 hezar û 274 çek hatin bidestxistin.

Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir, di wan operasyonan da yên ji hêla fermandariyên cendirmeyên parêzgehan û midûriyetên ewlekariya parêzgehan li giştiyê welêt hatin kirin, 1100 demançeyên bêrûxset, 516 demançeyên ji viroketiyê hatine veguhertin, 26 tifingên lûledirêj, 632 tifingên nêçîrê yên bêrûxset bi tevahî 2 hezar û 274 çek hatin bidestxistin.

Yerlikaya bal kişand ku di vê çarçoveyê da der heqê 1664 berşikan da miemele hat kirin û her wiha ji 5 bajarên ku lê herî zêde çekên bêrûxset hatin qefaltin jî Stenbol, Edene, Îzmir, Antalya û Bursa ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın