Tirkiye

Di operasyonên Narkoçelîk-27ê da 396 şikbar hatin binçavkirin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 17.07.2024 - Rojanekırın : 17.07.2024
Di operasyonên Narkoçelîk-27ê da 396 şikbar hatin binçavkirin

Ankara

 Di operasyonên Narkoçelîk-27ê da 396 kesên hişbirê difroşin, hatin girtin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku Enqere, Stenbol û Îzmir jî di nav da li 57 bajaran li dijî kesên ku hişbirê çêdikin û difroşin operasyonên Narkoçelîk-27ê hatin kirin.

Di operasyonan da tonek û 700 kîlo madeyên hişbirê û milyonek û 181 hezar hebên hişbirê hatin bidestxistin.

Di operasyonên ku 990 ekîb, 2 hezar û 475 personel û 8 wesayîtên esmanî beşdar bûn da 396 kesên hişbirê difroşin hatin girtin.

Wezîr Yerlîkaya dîmenên operasyonan parve kir û polêsên ku beşdarî xebatan bûn pîroz kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.