Tirkiye

Di operasyonên "Narkoçelîk-32"yan da 520 şikbar hatin girtin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 14.08.2024 - Rojanekırın : 15.08.2024
Di operasyonên "Narkoçelîk-32"yan da 520 şikbar hatin girtin

Ankara

 Di operasyonên "Narkoçelîk-32"yan da 520 şikbar hatin binçavkirin, 3 ton û 746 kîlo madeyên hişbirê û 861 hezar û 90 hebên hişbirê hatin bidestxistin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku li Enqere, Stenbol û Îzmir jî di nav da li 59 bajaran li dijî kesên ku madeyên hişbirê çêdikin û rêxistinên sûcê yên herêmî yên hişbirê operasyonên "Narkoçelîk-32" hatin kirin.

Operasyon bi serkêşiya Serokatiya Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê ji hêla midûriyên ewlehiyê yên bajaran va hatin kirin.

Di operasyonan da 1300 ekîb, 3 hezar û 250 personel, 18 wesayîtên esman û 46 kûçikên narkotîkê yên dedektor xebitîn.

Di operasyonan da 520 şikbar hatin binçavkirin, 3 ton û 746 kîlo madeyên hişbirê û 861 hezar û 90 hebên hişbirê hatin bidestxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın