Tirkiye

Di qezaya metrobusê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê da kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn

Zeynep Rakipoğlu, İbrahim Halil Aktürk  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 29.08.2024
Di qezaya metrobusê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê da kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn

Istanbul

Ji ber qezaya metrobusê ya li Kuçukçekmeceyê çêbû û kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn, 2 ajokar û amirek hatin binçavkirin.

Di Kuçukçekmeceya Stenbolê metrobusa di rê da diçû li metrobuseke din qelibî û di encama qezayê da kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn.

Walîtiya Stenbolê der heqê qezayê da daxuyanî weşand û di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "29ê tebaxê roja pêncşemê di saet 08.48an da li herêma Kuçukçekmeceyê nêzî Daîreya Zewicandinê ya Sefakoyê du metrobus li hevdu qelibîn. Di encama qezayê da kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê gelek ekîbên tenduristiyê veguhastin cihê bûyerê. Welatiyên birîndar gihandin nexweşxaneyên li derdorê. Der barê bûyerê da lêpirsîn hatiye destpêkirin. Xwedê rehma xwe li welatiyê me yê jiyana xwe ji dest da, bike, şifayê bide birîndaran."

Ji ber qezaya metrobusê 2 ajokar û amirek hatin binçavkirin

Ji ber qezaya metrobusê ya li Kuçukçekmeceya Stenbolê çêbû û kesek mir, 2 jê xedar 38 kes jî birîndar bûn, 2 ajokar û amirek hatin binçavkirin.

Metrobusa ber bi îstiqameta Beylikduzuyê diçû, li tanga Sefakoyê ji kontrolê derket û ji kêlekê va li metrobusa ji hember dihat qelibî. Xebat û lêkolînên piştî qezayê berdewam in.

Ji ber qezaya metrobusê ya li Kuçukçekmeceyê çêbû 2 ajokar û amirek hatin binçavkirin.

Lêpirsîna der barê bersûcan da berdewam dike.

Ji bo lêkolînê lêpirsîna berfireh hat destpêkirin û qeydên kamerayên ewlehiyê hatin xwestin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın