Di ser mirina Serokê Mezin Ataturk ra 86 sal derbas bû
Ankara
Mustafa Kemal Ataturkê serok û avakarê Komara Tirkiyeyê di jiyana xwe ya 57 salan da ji bo serxwebûna gel û welatê xwe di her têkoşînê da serfiraz bû û li dîroka Tirkiye û dinyayê navê xwe bi herfên zêrîn da nivîsandin.
Ataturkê Serokê Mezin di sala 1881ê da li Selanîkê hat dinyayê.
Li ser daxwaza Zubeyde Xanima diya wî, li mekteba taxê ya Hafiz Mehmet Efendî dest bi dibistana seretayî kir.
Paşê li ser daxwaza Alî Riza Efendiyê bavê wî, derbasî Mekteba Şemsî Efendî bû û dibistana seretayî li vê derê xelas kir.
Ataturk dibistana navîn di Ruştiyeya Milkiyeyê ya Selanîkê û Ruştiyeya Eskerî ya Selanîkê da kuta kir. Pişt re ji Îdadiya Eskerî ya Manastirê wek serkeftiyê duyemîn mezûn bû.
Di sala 1902yê da Dibistana Herbê bi rutbeya texmentiyê kuta kir, paşê wekî serpelê sazkar di 1905ê da ji Akademiya Herbê mezûn bû.
Mustafa Kemal Ataturkê ku bi hişmendiya xwe ya siyasî û eskerî va di dîroka Tirkiye û dinyayê da navê xwe bi herfên zêrîn da nivîsandin, di 10ê Mijdara 1938an saet 09.05an da li Qesra Dolmabaxçeyê mir û di ser mirina Ataturk ra 86 sal derbas bû.
- Cinazeyê Ataturk di 10ê Mijdara 1953yan da neqlî Anitkabîrê kirin
Darbesta Ataturk ya alaya Tirkiyeyê lêpêçayî, li Qesra Dolmabaxçeyê li ser katafalkê 3 rojan ji bo ziyareta gel hat hîştin.
Paşê di 20ê Mijdara 1938an da cinazeyê wî anîn Enqereyê û di 21ê Mijdara 1938an da bi merasimeke mezin xistin mexberê wî yê berwext ê li Muzeya Etnografyayê.
Hemû dewletên dinyayê nûner şandin merasima cinazeyê.
Generalên ku di şerê Çanakkaleyê û şerên din da li dijî wî şer kiribûn jî beşdariya merasimê kirin.
Cinazeyê Ataturk di salvegera 15emîn a mirina wî da di 10ê Mijdara 1953yan da neqlî Anitkabîrê kirin ku hê li wir e.