Di Tengava Stenbolê da trafîka keştiyan dualî hat rawestandin

Istanbul
Di Tengava Stenbolê da trafîka keştiyan bi awayekî dualî hat rawestandin.
Di daxuyaniya li ser malpera Midûriyeta Giştî ya Ewlekariya Qeraxan a Wezareta Veguhestin û Binesaziyê da hat destnîşankirin, trafîka keştiyan a di tengavê da ji saet 03.10an û pê va bi awayekî dualî hat rawestandin.
Hat xuyan ku li milê bakur ê bajêr mij çêbûye.
Li hin herêmên Stenbolê mij ket erdê
Li bajêr ji bişev pê va mij ket erdê û herî zêde mijê girte ser Tengava Stenbolê û derdora wê.
Li aliyê Ewropayê li Beyoglu, Beşîktaş û Sariyerê mij zêdetir bû û mesafeya dîtinê kêm kir.
Di Tengava Stenbolê da Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û piraniya Pireya Fatîh Sultan Mehmetê di nava mijê da winda bûn. Ji ber ku mij mesafeya dîtinê kêm dike, şofêr hêdî diajon.
Li gor daxuyaniya ser malpera înternetê ya Midûriya Giştî ya Ewlehiya Qeraxan a Wezareta Gîhandin û Binesaziyê, di Tengava Stenbolê da çûyîn û hatina keştiyan ji saet 03.10an pê va ji her du aliyan va hatin rawestandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.