Tirkiye

Ekîbên Parastina Gumrikê dest dan ser 87 wesayîtên ku bihayê wan 72 milyon û 425 hezar lireyî

Serhat Tutak  | 17.07.2024 - Rojanekırın : 17.07.2024
Ekîbên Parastina Gumrikê dest dan ser 87 wesayîtên ku bihayê wan 72 milyon û 425 hezar lireyî

Ankara

 Li Mêrsîn û Edirneyê di du operasyonên cuda yên ku ji hêla ekîbên Parastina Gumrikê ya Wezareta Bazirganiyê va hatin kirin da 87 wesayîtên ku bihayê wan 72 milyon û 425 hezar lire ye hatin qefaltin.

Li gor daxuyaniya Wezaretê, ekîbên Midûriyeta Îstixbarat û Qaçaxçîtiyê ya Gumrika Mêrsînê li dijî qaçaxçîtiyê xebatên rîsk û lêkolînê yên îstixbaratê kirin. Di xebatan da 72 wesayitên biceyran yên ku wekî alavên din hatine beyankirin, hatin bidestxistin.

Di operasyona li Deriyê Gumrikê yê Edirneyê ya Hamzabeyliyê hat kirin da jî 15 wesayîtên bi rêya turîzmê anîne Tirkiyeyê û plaqe, şase û parçeyên wan hatine guherandin û paşê hatine bikaranîn, hatin tesbîtkirin.

Bi saya van her du operasyonan 87 wesayîtên ku bihayê wan 72 milyon û 425 hezar lire ye û xwestine ku bi dereqanûnî bixin welêt, hatin qefaltin.

Serdozgeriyên komarê lêpirsînan didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.