Ekîbên trafîkê yên ewlekarî û cendirmeyê di hefteyekê da qedera 3,8 milyon wesayît kontrol kirin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand ku ji hêla ekîbên trafîkê yên ewlekarî û cendirmeyê di 6-13ê Adarê da 3 milyon û 791 hezar û 624 wesayît hatin kontrolkirin û miemele li 566 hezar û 903 ajokaran hat kirin.
Wezîr Yerlikaya ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daneyên kontrolên trafîkê yên di hefteyekê da parve kirin.
Yerlikaya diyar kir ku di rêbejayên li bajaran û di navbera bajaran da ji bo astengkirina binpêkirinên rêgezên trafîkê, ew ji wesayîtên hewayî yên wekî helîkopter û dronê sûdê werdigirin û wiha dewam kir, "Di navbera 1ê Rêbendanê-14ê Adarê ên 2025an da di kontrolên me yên trafîkê yên bi helîkopter û dronê da miemele li 33 hezar û 770 ajokarî hat kirin."
Yerlikaya bal kişand ku ji hêla ekîbên ewlekarî û cendirmeyê di 6-13ê Adarê da 3 milyon û 791 hezar û 624 wesayît hatin kontrolkirin û wiha dewam kir:
"Li 44 ajokaran miele hat kirin ku hişyarîkerên şewqî û dengî avêtine ser wesayîtên xwe. Her wiha ji bo 152 hezar û 941 ajokarên ku îxlala bezayê kirin, 34 hezar û 213 wesayîtên bêmiayene, 19 hezar û 385 ajokarên belgeya wan a ajokariyê tuneye, 10 hezar û 230 wesayîtên bêsîgorte, bi tevahî seba 566 hezar û 903 wesayît/ajokaran miemele hat kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.