Tirkiye

Gora şehîd Omer Halîsdemirê lehengê 15ê Tîrmehê tê ziyaretkirin

Abdullah Özkul  | 15.07.2024 - Rojanekırın : 15.07.2024
Gora şehîd Omer Halîsdemirê lehengê 15ê Tîrmehê tê ziyaretkirin

Niğde

Gora Serçawîşê Biqidem yê Serefser yê Piyade şehîd Omer Halîsdemirê ku di hewldana darbeya 15ê Tîrmeha 2016yan a Rêxistina Terorê ya Fetullahî da li Fermandariya Hêzên Taybet ya Enqereyê bi guleya generalê darbekar va hatibû şehîdkirin ji hêla gelek ziyaretvan va tê ziyaretkirin.

Gelek welatiyên ku tên ser gora şehîd Halîsdemir ya li bajaroka Çukurkuyuyê ya Bora navçeya Nîgdeyê Quranê dixwînin û dia dikin.

Malbatên ku ji zarokên xwe ra behsa lehengiya Omer Halîsdemir dikin, hestiyar dibîn.

Fermandarê Hêzên Taybet yê berê Korgeneral Zekaî Aksakalliyê teqawîdbûyî jî hat ziyareta gora Halîsdemir, jê ra dia kir û paşê bi bavê wî Hasan Huseyîn û birayên wî Dogan û Savaş ra axivî.

Aksakalli bi bîr xist ku îsal 8emîn salvegera şehîdbûna Halîsdemir e û wiha axivî: "Divê hemû cîhan bizanibe ku li vî welatî Omer xelas nabin. Em miletekî aşiqê serxwebûna xwe ne. Divê şebekeyên xiyanetê yên li derva û şaxên wan ên li hundir fêm bikin ku ew ê tu carî bi ser nekevin. Em zarokên wî miletî ne ku gelek Omerên ji bo vê yekê şehîd ketine mezin dikin. Ez şehîdbûna Omerê xwe dubare pîroz dikim. Ez hemû şehîdên me yên ku ji bo yekitiya neteweyî û serxwebûna welatê me şehîd ketine bi minet û rehmetê va bi bîr tînim."

Ji aliyê din va werzişvanên duçerxeyê yên ku di çarçoveya "Tûra Duçerxeyê ya 8emîn a Neteweyî ya Omer Halîsdemir" ya ku ji aliyê Şaredariya Arnavutkoyê va hat lidarxistin da ji Stenbolê bi rê ketibûn, gihîştin gora Halîsdemir.

Werzîşvanan kulîlk danîn ser gora wî û jê ra dia kirin.

Şaredarê Arnavutkoyê Zekî Koç daxuyand ku 35 werzişvan ji 6 bajaran derbas bûne û piştî 1000 kîlomêtro rê hatine vê derê û anî ziman ku divê darbe û şehîd neyên jibîrkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.