Tirkiye

Hat tesbîtkirin ku şûna gezkirinê ya milê kekê Narîna winda, ya Narînê nîne

Ali Cevahir Aktürk, Ahmet Kaplan  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Hat tesbîtkirin ku şûna gezkirinê ya milê kekê Narîna winda, ya Narînê nîne

Diyarbakir

ÎSTANBUL/DIYARBAKIR (AA) - Der barê windabûna Narîn Gurana 8 salî da kekê wê hatibû binçavkirin û di milê kekê wê da şûna gezkirinê hebû. Hat tesbîtkirin ku şûna gezkirina milê kekê wê, ya Narînê nîne.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo Narîn Gurana 8 salî ku di 21ê Tebaxê da li Taxa Tavşantepeyê ya li ser Baglara navçeya navend winda bû, lêpirsînê didomîne.

Di çarçoveya lêpirsînê da E.Gyê (18) kekê keçika winda hat binçavkirin û ji ber ku di milê wî da şûna gezkirinê hebû jî ew seba tesbîta ku şûna gezkirinê ya Narînê ye yan na, şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li Saziya Tiba Edlî der heqê mijarê da kar û bar kuta bûn.

Piştî tedqîqkirina li Saziya Tiba Edlî rapor hat amadekirin û ev rapor ji Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ra hat şandin.

Di raporê da hat tesbîtkirin ku şûna gezkirinê aîdê Narînê nîne.

Di vê navberê da hat gotin ku piştî kar û barên li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê E.G cardin anîn Diyarbekirê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.