Tirkiye

Ji bo Ataturk li Anitkabîrê merasima dewletê hat lidarxistin

Merve Yıldızalp, Mehmet Tosun  | 10.11.2024 - Rojanekırın : 11.11.2024
Ji bo Ataturk li Anitkabîrê merasima dewletê hat lidarxistin

Ankara

 Avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk di salvegera 86emîn ya mirina xwe da li Anitkabîrê bi merasima dewletê hat bibîranîn.

Merasima li Anitkabîrê di saet 08.45an da bi meşa li ser Rêya Şêrî dest pê kir.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tevî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, endamên kabîneya Serokomariyê, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Dervîş Musavatoglu, serokên darazê, fermandarên Artêşa Tirkiyeyê, nûnerên partiyên siyasî, burokrat û rayedarên din çû serdana Anitkabîrê.

Serokomar Erdogan çelenga qurnefîlên sor û spî danî ser mozoleya Ataturk.

Her wiha di 09.05 a saeta mirina Ataturk da rawestana rêznîşandanê hat kirin û dû ra jî Marşa Îstiqlalê hat xwendin.

Di kêliya rêzgirtinê da alaya Tirk heta nîvî hat daxistin.

Serokomar Erdogan û rayedarên dewletê yên ku beşdarî protokolê bûn paşê çûn Kuleya Mîsaki Mîllî.

Serokomar Erdogan li ser Deftera Taybet ya Anitkabîrê wiha nivîsî: “Ataturkê Ezîz, em di 86emîn salvegera koça te ya alema ebedî da cenabê te careke din bi rehmetê bi bîr tînin. Em bi hemû hêza xwe dixebitin ku Komara Tirkiyeyê ya ku emaneta şexsê te û şehîdên me ye li dijî qeyranên li derûdora wê di her qadê da di nav îstiqrar û aramiyê da bilind û xurt bikin. Bi armanca Tirkiyeyeke mezin û bi vîzyona Sedsalê ya Tirkiyeyê va, em wek 85 milyon însan bi yek dil û yek dest ji rabirdûya xwe ya birûmet ber bi dahatûyeke geştir rêwîtiya xwe ya pîroz bi gavên saxlem didomînin. Heta Tirkiyeyeke ku li ser her bihûstek axa welêt aştî, aramî, edalet, geşedan û biratî serdest bibe, em ê bê rawestan û sekn bixebitin. Bila ruhê te şad be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın