Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviya baranê ya bi birqetav

Ankara
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviya baranê ya bi birqetav da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî, tê texmînkirin ku li dewrûberên Bidlîs, Mûş û Agiriyê û her wiha li deverên bakurê Wanê îro heta êvarê taviya baranê ya giran û bi birqetav dê çêbe.
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî lehî, birûsk, zîpik, bager û bayê gurr û her wiha astengiyên di veguhestinê da welatî û eleqemend divê baldar û bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.