Ji bo rojhilatê Deryaya Spî hişyariya barana gur û birûskan
Ankara
Ji bo rojhilatê Deryaya Spî hişyariya barana gur û birûskan hat dayin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, tê çaverêkirin îro li rojhilatê Deryaya Spî barana gur bibare, berq û birûsk vedin. Ewê baran û berq li rojhilatê bajarê Mersînê û rojavayê bajarê Edenê bi hêz be.
Divê welatî li hember neyêniyên weke lehî, tavî û bayê bihêz bi tedbîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.