Tirkiye

Ji meteorolojiyê ji bo 10 parêzgehan hişyariya taviya giran

Orhan Onur Gemici  | 27.08.2024 - Rojanekırın : 29.08.2024
Ji meteorolojiyê ji bo 10 parêzgehan hişyariya taviya giran

Ankara

ANKARA (AA) - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji bo Îzmir, Manîsa, Aydin, Balikesir, Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar, Isparta, Burdur û Antalyayê taviya baranê tê pêşbînîkirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê pêşbînîkirin ku piştî nîvro ji bo deverên hundirîn ên Îzmir, Manîsa û Aydinê, başûrê Balikesirê û her wiha deverên hundirîn ên Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar, Isparta, Burdur û rojavayê Antalyayê taviyeke giran a baranê dê were.

Tê texmînkirin ku ev şert û mercên hewayê dê heya saet 21.00ê bidome.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın