Ji Serokwezîr Yildirim bo welatiyan mizgînî
Serokwezîr Yildirim: "Deynên bacê û prîmê wê ji nû ve bêne vesazkirin."

Ankara
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Koşka Çankayayê daxuyanî da rojnamevanan.
Serokwezîr Yildirim anî ziman ku wê deynên bacê û prîmê wê ji nû ve bêne vesazkirin û got, "Hinek esnafên me hene ku deyndarê Bagkurê ne û xizmeta tendirustiyê wernagirin. Dema deyndarî hebe xizmeta tendirustiyê naye dayin. Em pêşiya vê jî vedikin, deyn cuda ye tendirustî cuda ye, bazariya vî tiştî nabe."
Serokwezîr Yildirim bal kişand ser buhayê çayê û wiha got, "Ji bo îsal me buhayê kîloya çaya terr weke 2 lîre û 45 qurûşî sekinand. Wê buhayê kirînê ev be. Wê danekeve jêrî vê."
Serokwezîr Yildirim herwiha derbarê îmarê de jî got, "Ev efûyeke îmarê nîn e. Ez eşkere dibêjim ev aşitiyeke îmarê ye. Wê ji bo vê ucreteke sembolîk bê sitendin. Du cureyî; ya yekem, ji bo wergirtina belgeya qeydiya avahiyê. Wê li ser nirxê emlakê yê beyankirî, li ser nirxê ku tê zanîn ji sedî 3 hemberiya wê pere bê sitendin."
Serokwezîr Yildirim behsa mehaneyên îxtiyarî kir û got, "600 hezar welatiyên me hene yên ku ji mehaneya ixtiyariyê sûd werdigirin. Em mehaneya wan a ku 266 lîre ye derdixin 500 lîreyî. Nêzîkî 2 qat zêde dikin."
- Ji bo malnişînan îkramiye
Yildirim destnîşan kir ku dê ji bo malnişînan îkramiyeyê bidin û wiha got, "Beriya Cejnên Remezan û Qurbanê emê her yek hezar lîreyî îkarmiye bidin."
- Derfeta nûkirina qeydiyên ku li zanîngehan hatine jêbirin
Serokwezîr Yildirim wiha axivî:
"Em derfetê didin xwendekarên ku qeydiya wan (ji zanîngehan) hatine jêbirin, da ku qeydiya xwe nû bikin û xwendina xwe bi qedînin û bawernameya xwe bistînin."