Tirkiye

Jimara kesên der barê şewata otela li Kartalkayayê da hatin binçavkirin derket 11an

- Alîkarê Şaredarê Boluyê Gulener û Cîgirê Midûrê Agirkujiyê Coşkun hatin binçavkirin

Ekip  | 22.01.2025 - Rojanekırın : 22.01.2025
Jimara kesên der barê şewata otela li Kartalkayayê da hatin binçavkirin derket 11an

Bolu

Der barê şewata otela li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê da Alîkarê Şaredarê Boluyê Sedat Gulener û Cîgirê Midûrê Agirkujiyê Kenan Coşkun hatin binçavkirin.

Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Boluyê der barê şewata ku duh ber destê sibê li Grand Kartal Otelê derket û 76 kes tê da mirin da dabû destpêkirin dewam dike.

Di çarçoveya lêpirsînê da Alîkarê Şaredarê Boluyê Sedat Gulener û Cîgirê Midûrê Agirkujiyê Kenan Coşkun hatin binçavkirin.

Bi vî awayî jimara kesên hatin binçavkirin derket 11an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın