Tirkiye

Jimara kesên ku di şewata otela li Kartalkayayê da mirin derket 79an

- Di encama testên DNAyê da hat tesbîtkirin ku 3 kesên din mirine - 39 kesên ku di şewata li otela Kartalkayayê da birîndar bûn ji nexweşxaneyê hatin derxistin

Mehmet Emin Gürbüz  | 22.01.2025 - Rojanekırın : 22.01.2025
Jimara kesên ku di şewata otela li Kartalkayayê da mirin derket 79an

Bolu

Jimara kesên ku di şewata otelê ya li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya Boluyê da mirin derket 79an.

Xebatên tesbîtkirina nasnameya 76 kesên ku di şewata li Grand Kartal Otelê ya li navenda kaşûnê du berê sibê derket da mirin, didome. Heta niha nasnameyê 56 kesan hat tesbîtkirin û di çarçoveya xebatên tesbîtkirina nasnameyan da testên DNAyê tên kirin.

Li gor agahiya ji Serdozgeriya Komarê ya Boluyê hat bidestxistin di encama testên DNAyê hat tesbîrkitin ku di şewatê da 3 kesên din mirine.

Bi vî awayî jimara kesên ku di bûyerê da mirine derket 79an.

- 39 kesên ku di şewata li otela Kartalkayayê da birîndar bûn ji nexweşxaneyê hatin derxistin

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 39 kesên ku di şewata li Grand Kartal Otela li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayaya Boluyê derket da birîndar bûn ji nexweşxaneyê hatin derxistin, tedawiya 12 kesan dewam dike.

Di daxuyaniya wezaretê ya nivîskî da hat diyarkirin ku di şewata duh li Grand Kartal Otelê derket da 1 jê giran 51 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku "39 welatiyên me ji nexweşxaneyê hatin derxistin, 12 birîndarên me li nexweşxaneyên me tên dermankirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın