Tirkiye

Jinên ku guhên wan nabihîze bi îşaretên destan hînî Qur'anê dibin

Beşir Şavur  | 27.04.2025 - Rojanekırın : 29.04.2025
Jinên ku guhên wan nabihîze bi îşaretên destan hînî Qur'anê dibin

Mardin

BEŞÎR ŞAVUR - Di qursa ku ji hêla Miftîtiya Mêrdînê va hatiye vekirin da jinên ku guhên wan nabihîze bi îşaretên destan hînî Qur'anê û agahiyên dînî dibin.

Li navçeya navend Artukluyê, ji bo 4 jinên ku guhên wan nabihîze li Qursa Qur'anê ya Gurbet Yay a girêdayî Miftîtiya Navçeyê bi îşaretên destan di hefteyê da 2 rojan, 6 saet perwerdeya Qur'anê û agahiyên dînî tê dayîn.

Nazan Agaldaya (43) Kordînatora Kesên Nabihîzin ya Miftitîya Bajêr û Hîndekara Qursa Qur'anê Gurbet Yay ji nûçegihanê AAyê re got ew ji sala 2016an û vir va perwerdeyê dide jinên ku guhên wan nabihîze.

Agaldayê anî ziman ku ew pirtûk û alavên ku Serokatiya Karên Diyanetê ji wan ra dişîne li qursê ji bo perwerdeyê bi kar tîne û wiha axivî: "Jin li vir hînî Qur'anê û diayan dibin, bi hev ra dikevin têkiliyê. Ez jî bi îşaretên destan bi wan ra baş têkiliyê datînim, alîkariya wan dikim. Ji bilî Qur'ana Pîroz, em agahiyên exlaqî û têkiliyên malbatî jî didin wan. Ew kêfxweş dibin û spasiya me dikin."

Elîf Çaybuguna 42 salî ya ku li qursê perwerdeyê dibîne bi alîkariya Agaldayê daxuyand ku ew ji bo hînbûna Qur'anê, têgehên dînî, nimêj, hec û zikatê tê qursê û bi hevalên xwe ra jî dema xwe xweş derbas dike.

Hamdiye Çamurdaşê (40) jî got ew ji qursê pir hez dike û dema wê bi hevalên wê ra baş derbas dibe.

Sevgî Şahkulubey Yagci ya 52 salî jî got ew ji bo bicîanîna erkên dînî hatiye qursê û wiha axivî: "Li qursê xwîşkên din ên wek min hene ku astengiya wan a bihîstinê heye. Mamosteya me jî zimanê îşaretê dizane ku ev pir baş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.