Li 23 parêzgehan di encama operasyonên dijî DEAŞê da 106 gumanbar hatin girtin

Ankara
Wezîrê Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand li 23 parêzgehan di encama operasyonên dijî DEAŞê da yên di 19-27ê adarê da, 106 gumanbar hatin girtin.
Yerlikaya destnîşan kir ku bi hemahengiya Serdozgeriyên Komarê, Serokatiya Daîreya TEMê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê û Serokatiya daîreya TEMê ya Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê, li 23 parêzgehan li dijî DEAŞê operasyon hatin lidarxistin.
Yerlikaya diyar kir ku di operasyonan da 106 gumanbar hatine girtin û got, "Hat tesbîtkirin gumanbar endamên DEAŞê ne, rêxistina terorê fînanse dikin û bi hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya DEAŞê kirine. Her wiha hejmareke mezin ji belgeyên rêxistinî û materyalên dijîtal hatin desteserkirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.