Tirkiye

Li avahiya ku li Konyayê tep bû xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin

Melike Keskin  | 25.01.2025 - Rojanekırın : 25.01.2025
Li avahiya ku li Konyayê tep bû xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin

Konya

Li Konyayê avahiyeke 4 qatî tep bû, xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

Li Taxa Selçukê li ser Kolana Beyşehirê avahiyek tep bû û li ser îxbarê ekîbên AFAD, tenduristî, UMKE, polês û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û dest bi lêgerîn û xilaskirinê kirin.

Piştî xebatan 3 kes hatin xilaskirin û ji bo 2 kesên tê texmînkirin di bin kavilan da mane jî xebat didomin.

Kesên hatin derxistin li nexweşxaneyê tên dermankirin.

- Li Konyayê avahiyeke 3 qatî hilweşiya

Li Selçukluya navçeya navend a Selçukluyê avahiyeke 3 qatî hilweşiya.

Li Kolna Beyşehîrê ya Taxa Selçukluyê kesên dîtin ku avahiyeke hildiweşe îxbar kirin.

Li ser vê gelek ekîbên AFAD, tenduristî û polêsan sewqî herêmê kirin.

Li ser agahiya dibe ku di avahiyê da 3-4 kes hebin xebatên lêgerîn û xilaskirinê dan destpêkirin.

Hişyariya "bêdeng bibin" li kesên hawirdor civiyane hat kirin.

Ugur Îbrahîm Altayê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê ji ser hesabê xwe yê Xê ev gotin:

"Xebera li Taxa me ya Selçukê avahiyeke kevin hilweşiyaye gihaşt me. Ekîbên me yên lêgerîn û xilaskirinê çûn cihê bûyerê. Xebatên me didomin. Ji kerema xwe em baldar bin ku li Kolana Beyşehîrê trafîk çênebe."

- "Agahiya ku li hundir 5 kes hene hat bidestxistin"

Waliyê Konyayê Îbrahîm Akin li cihê bûyerê daxuyanî da û ev gotin:

"Di saet 20.05an da bi îxbareke hat navenda 112an agahiya ku li Kolana Beyşehîrê Apartmana Taşolukê hilweşiya hat bidestxistin. Piştî ku xeber gihaşte me demildest ekîbên me yên AFAD, 112, şaredarî, tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gor agahiyên ku me ji welatiyekî xwe yê ku niha ji hundir derket hildan li hundir 5 kes hene. Helbet ev agahî agahiyên ewil in ku hatin bidestxistin. Hevalên me li şaredariyê der barê rewşa ruxseda avahiyê, ka çend daîreyên wê hene da xebatên hewce dikin. Dîsa qeyd tên kontrolkirin ka li daîreyên din kes dijî yan na. Niha em bi hemû hêza xwe va ji bo xilaskirina 5 kesên di avahiyê da dixebitin. Înşeallah di saetên pêş me da piştî ku agahiyên hewce hatin bidestxistin dîsa dê daxuyaniyên hewce ji hêla me va bên kirin. Bila ji me hemûyan ra derbasî be. Em hêvî dikin ku bêyî ku tu welatiyên me bimirin em wan xilas bikin. Niha hevalên me bi bikaranîna hemû derfetên me xebatên xwe didomînin."

Walî Akin got ku "Niha bûyer hê gelekî nû ye. Bi vekolînên demê ra dê derkeve holê ka avahî ji ber çi hilweşiyaye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın