Li bakurê Iraqê 1 ji wan di kategoriya sor da 4 terorîst hatin berterefkirin
![Li bakurê Iraqê 1 ji wan di kategoriya sor da 4 terorîst hatin berterefkirin](https://cdnuploads.aa.com.tr/uploads/Contents/2024/07/23/thumbs_b_c_5a7437ced0d42e28d6ebcea725714e9f.jpg?v=114035)
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku li bakurê Iraqê di encama operasyoneke asîmanî da 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin, hat destnîşankirin ku 1 ji wan terorîstan Yusuf Kalkan e ku di kategoriya sor da lêgerîna wî hebû.
Li gorî daxuyaniya WPNê di operasyona asîmanî ya li herêma Pençeyê da 4 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Hat destnîşankirin ku 1 ji wan terorîstan Yusuf Kalkanê bi kodnavê "Sevqan Çelê" ye ku di kategoriya sor a lîsteya lêgerînê ya terorîstan da bû û ji sucên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" û "avakirin û rêveberiya rêxistina terorê" lêgerîna wî hebûye.