Li bakurê Iraqê 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li herêma Garayê ya li bakurê Iraqê, 3 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê 3 terorîstên PKKyî yên ku li herêma Garayê ya bakurê Iraqê tesbît kirin, berteref kirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo ku em terorê di çavkaniya wê da tune bikin, em ê operasyonên bêpêşbînî, neasayî, bilez û domdar bidomînin."