Li bakurê Iraq û Sûriyeyê 4 terorîst hatin berterefkirin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand ku li bakurê Iraq û Sûriyeyê 4 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyanîya Wezaretê da hat diyarkirin ku "Ji hewa û bejayê lêdana terorîstan dewam dike" û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên me yên Çekdar ên Tirk ên qehreman 2 terorîstên PKKyî yên ku li herêma Operasyona Pençe Kilîtê ya li bakurê Iraqê hatin tesbîtkirin bi operasyona hewayî û 2 terorîstên PKK/YPGyî yên ku li herêma Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê hatin tesbîtkirin jî bi wasitayên piştgiriyê yên agir va berteref kirin."