Li bakurê Iraq û Sûriyeyê 6 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin
Ankara
Hat ragihandin ku li bakurê Iraq û Sûriyeyê 6 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn da wiha hat gotin:
"Artêşa me ya qehreman li bakurê Iraqê, herêma Operasyona Pençe-Kilîtê terorîstekî PKKyî û li bakurê Sûriyeyê herêmên Mertalê Feratê û Minbiçê 5 terorîstên PKK/YPGyî tesbît û berteref kirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo teror di cî da were tunekirin operasyonên kesnedîtî, lezgîn û herdem wê dewam bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.