Tirkiye

Li Bîngolê otobusek qulibî 2 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn

Rıdvan Korkulutaş  | 24.12.2024 - Rojanekırın : 25.12.2024
Li Bîngolê otobusek qulibî 2 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn

Bingöl

Li Bîngolê otobuseke rêwiyan qulibî, 2 kesan canê xwe ji dest da û 17 kes jî birîndar bûn.

Otobusa bi plaqeya 34 GC 312 ku nasnameya ajovan hê nayê zanîn, bi şev li ser rêbeja Erzirom-Bîngolê li texma gundê Kumbetê ji kontrolê derket û qulibî kêleka rê.

Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê û cendirme hatin cihê bûyerê.

Di qezayê da 2 kesan canê xwe ji dest da û 17 kesên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê.

Diyar bû ku yên ku di qezayê da canê xwe ji dest dane Osman Zekî Tuncelê (24) bijîşkê pratîsyen û hevjîna wî Emîne Tuncel (26) a mamoste ye.

Cenazeyê jin û mêr Tuncel piştî û otopsiyê şandin memleketê wan Elezîzê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın