Tirkiye

Li Deriyê Sînor ê Xabûrê 370 kîlogram hişbir hat desteserkirin

Mehmet Can Toptaş  | 07.02.2025 - Rojanekırın : 11.02.2025
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê 370 kîlogram hişbir hat desteserkirin

Ankara

 Ekîbên Rêveberiya Parastina Gumrukan a Wezareta Bazirganiyê, di operasyonekê da li Deriyê Sînor ê Xabûrê 370 kîlogram hişbir desteser kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ekîbên Qaçaxçîtî û Îstixbaratê yên di çarçoveya xebatan da Parastina Gumruka Xaburê dest bi şopandina wesayiteke gumanbar ya ku ket qada gumrukê kir.

Ekîban wesayit di x-rayê ra derbas kir û di encama lêgerîneke bihûrgilî ya bi kûçikên narkotîk da di nava barê wê yê qanûnî da veşartî, bi bihayê 2 milyon û 176 hezarî, 370 kîlogram hişbira bi navê "captagon" hat desteserkirin.

Lêpirsîna der barê operasyonê da ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Silopiyê va tê meşandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın