Tirkiye

Li dibistanan piştî tetîla navberê zengila dersa ewil lê da

Buğrahan Ayhan  | 18.11.2024 - Rojanekırın : 18.11.2024
Li dibistanan piştî tetîla navberê zengila dersa ewil lê da

Ankara

Qedera 20 milyon xwendekar û her wiha milyonek û 200 hezar mamosteyên dibistanên seretayî û navînî yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) piştî tetîla navberê ya serdema yekem dest bi dersên xwe kirin.

Li gorî teqwîma MEBê, îsal li dibistanan tetîla navberê di 11-15ê Mijdarê da hat kirin.

Mamosteyan di vê maweyê da semînerên xwe yên geşepêdana pîşeyî bêyî biçin dibistanê, online kuta kirin.

Piştî bidawîbûna tetîla navberê îro ji bo qedera 20 milyon xwendekar û her wiha milyonek û 200 hezar mamosteyî zengila dersa ewil lê da.

Serdema yekem a sala hîndekarî û perwerdeyê ya 2024-2025an dê di 17ê Rêbendana 2025an da bi dawî bibe. Tetîla nîvê salê jî di navbera 20-31ê Rêbendana 2025an da ye. Her wiha serdema duyem jî dê di 3yê Sibata 2025an da dest pê bike. Tetîla navberê ya serdema duyem jî di navbera 31ê Adara 2025an û 4ê Nîsana 2025an da ye.

Her wiha sala hîndekarî û perwerdehiyê ya ku di 9ê Îlonê da dest pê kir jî dê di 20ê Hezîrana 2025an da bi dawî bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın