Tirkiye

Li dijî hilgirên çekên bêruxset û qaçaxçiyan operasyonên "Mercek-26"ê hatin lidarxistin

İsa Toprak  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Li dijî hilgirên çekên bêruxset û qaçaxçiyan operasyonên "Mercek-26"ê hatin lidarxistin

Ankara

Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 81 parêzgehan li dijî hilgirên çekên bêruxset û qaçaxçiyan operasyonên "Mercek-26"ê hatin lidarxisitn û der barê 2 hezar û 310 kesan da karûbarê edlî hat kirin û 2 hezar 511 çek hatin desteserkirin.

Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da diyar kir ku ewê di operasyonên xwe yên dijî kesên ku çekên bêruxset temîn dikin bidomînin û wan teslîmî edaletê bikin.

Yerlîkaya anî ziman ku li 81 parêzgehan li dijî hilgirên çekên bêruxset û qaçaxçiyan operasyonên "Mercek-26"ê hatin lidarxisitn û gor, "Di encama operasyonan da 1271 demançeyên bêruxset, 534 demaçeyên ku ji yên hişkeber hatine çêkirin, 43 tivingên lûledirêj, 663 tivingên nêçîrê bi giştî 2 hezar û 511 çekên bêruxset hatin desteserkirin û der barê 2 hezar û 310 gumanbaran da karûbarê edlî hat kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın