Tirkiye

Li Diyarbekirê çêkirina 6 hezar avahiyên erdhejê temam bû

Yıldız Nevin Kasım  | 31.08.2024 - Rojanekırın : 31.08.2024
Li Diyarbekirê çêkirina 6 hezar avahiyên erdhejê temam bû

Ankara

 Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum ragihand, piştî erdhejên navend Meraş li Diyarbekirê dest bi çêkirina 10 hezar avahiyên erdhejê kirine û jê 6 hezar qediyane.

Di daxuyaniya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê da hat diyarkirin çêkirina avahiyên erdhejê didome û yên temam bûne jî teslimî xwediyên wan dikin.

Hat diyarkirin Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Diyarbekirê projeya 20 hezar û 286 avahiyan ku ji 14 beşan pêk tê daye destpêkirin û hatin ku jê 6 hezar qediyane û 3 hezar û 839 xwedîheq derbasî malên xwe yên nû bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın