Li Diyarbekirê Saliha Gunduz a bernava wê "Neno" bû, wefat kir
Diyarbakir
Saliha Gunduz (81) ya bernava wê "Neno" ya li Diyarbekirê dima, qeyrana dil derbas kir û wefat kir.
Gunduza li mala xwe ya li Taxa Îskenderpaşa ya li ser Sûra navçeya navend tenê dima, duh qeyrana dil derbas kir.
Li ser agahdarkirinê ekîbên 112 Tenduristiya Acil hatin mala wê, midaxeleya ewil kirin û paşê bi ambulansê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyyûbî, lê di rê de mir.
Cinazeyê Gunduzê birin Mizgefta Ofîsê ya li Navçeya Yenîşehirê, piştî nimêja nîvroyê nimêja cinaze hat kirin û li Goristana Mardîn Qapiyê hat definkirin.
Serokê Bajêr yê AK Partiyê Mehmet Raşit Ocakê ku beşdarî nimêja cinaze bû got: "Pîrê ji bo me bûbû sembola hezkirin, dilsozî û dilovaniyê. Her dem me ji wê quwet digirt. Ji serokomarê me hez dikir. Rehma Xwedê lê be, cihê wê cinet be."
Ji bilî eqrebayên Gunduzê Serokê AK Partiyê yê Navçeya Sûrê Davut Yildiz û partiyî beşdarî merasima cinaze bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.