Li Diyarbekirê tir û otomobîl li hevdu qelibîn, 2 kes birîndar bûn
Diyarbakir
Li Diyarbekirê tir û otomobîl li hevdu qelibîn, di encamê da 2 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li Kayapinara navçeya navend li xaçerêya Sîteya Sinayîyê ya 4em, otomobîla bi plakaya 06 DY 8821 ya ku S.E. diajot û tira bi plakaya 21 ABS 594 ya ku F.D. diajot li hevdu qelibîn.
Di qezayê da 2 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên 112 servîsa acil û polêsan hatin cihê qezayê.
Birîndaran bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.