Tirkiye

Li Diyarbekirê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Narîna 8 salî ya winda bûye dewam dikin

Ahmet Kaplan  | 28.08.2024 - Rojanekırın : 29.08.2024
Li Diyarbekirê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Narîna 8 salî ya winda bûye dewam dikin

Diyarbakir

 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Narîn Gurana 8 salî ya li Baxlara navçeya navend ya Diyarbekirê winda bûye dewam dikin.

Narîn Guran di 21ê Tebaxê di saet 15.00an da li Taxa Tavşantepeyê winda bû. Li ser bûyerê malbatê agahî da rayedaran û li herêmê Fermandariya Cendirmeyê ya Bajêr, AFAD, Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr, Zanîngeha Dîcleyê, Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê û ekîbên şaredariya navçeyê li herêmê xebat dan destpêkirin.

Li Dibistana Destêkê ya Tavşantepe ya li taxê ekîban Navenda Herekatê ava kir û hemû ekîb bi kordîne dixebitin.

Hat ragihandin ku gumanbarê di çarçoveya lêpirsînê da hatibû binçavkirin piştî kar û barên li cendirmeyê hat berdan.

Li herêmê ji bo dîtina Narînê lêpirsîn dewam dike. Hemî niştecihên taxê dorbidor îfadeya xwe didin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın