Li Goleya navçeya Erdexanê termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 24 pile nîşan da
Erzurum
Goleya navçeya Erdexanê bi şev di bin sifirê da 24 pileyan va bû cihê herî sar ê Tirkiyeyê.
Li gorî daneyên li ser malpera înternetê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya herî kêm a bi roj li Goleyê di bin sifirê da 24 pile hat pîvan.
Piştî Goleyê li gundê Yavuzlarê ya girêdayî heman navçeyê germehiya hewayê ya bi roj di bin sifirê da 22,5 pile û li Yakutiyeya navçeya Erziromê li qada balafirgehê jî germahî di binê sifirê da 20,9 pile hat pîvan.
Li navçeya Goleyê ji ber sermayê dar û beran qiravî girt, li ser banê avahiyan şembelûk çêbûn, li ser rê û peyarêyan jî qeşa çêbû.
Li Erdexanê jî bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 17,4 pile hat pîvan û ji ber sermayê qeşa çêbû.
- Erzirom
Li bajarê ku germahiya hewayê di bin sifirê da 13 pile hat pîvan, li ser banê avahiyan şembelûk çêbû.
Li bajêr paceyên wesayitên parkkirî û şadirwanan qeşa girt.
Hin şofêran betanî û branda avêtin li ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
- Qers
Li Qersê jî sir û sermayê bandoreke neyînî li ser jiyanê kir.
Li bajarê ku germahiya hewayê di bin sifirê da daket 12 pileyan çem û gol bi qeşayê nixûmîn.
Ji ber hewaya sar li peravên Gola Çildirê şembelûk çêbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.