Tirkiye

Li Hekarî, Agirî û Meletiyê dibistan ji ber berfê hatin tetîlkirin

Sayim Harmancı  | 19.02.2025 - Rojanekırın : 20.02.2025
Li Hekarî, Agirî û Meletiyê dibistan ji ber berfê hatin tetîlkirin

Hakkari

Li Hekariyê ji ber şert ê mercên hewaya nebaş dibistan ji bo sibê hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da hat diyarkirin ku tê payîn ku berfa li bajêr dewam dike sibê di navbera saet 12.00-15.00an da bandora xwe zêde bike.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber barîna berfê û sarbûna hewayê dibe ku hezaz, cemed û qeşa çêbe û hat gotin ku "20ê sibatê roja pênçşemê li Hekariyê û hemû navçeyan ji xeynî saziyên perwerdeya bilin, pêşdibistan û kreşên taybet, kursên navenda perwerdeya gel, navendên lêkolîn û rêberiyê hemû pêşdibistanên fermî, dibistanên fermî û taybet, dibistanên navîn, saziyên perwerdeya navîn û navendên rehabîlîtasyonê rojek navber hat dayîn."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku xebatkarên jin ên ku di saxiyên kamuyê da dixebitin û zarokên wê yên ji 8 salî biçûk hene, xebatkarên ducanî û astengdar jî dê bi îzin bên hesibandin.

- Li Agiriyê ji ber berfê dibistan rojek hatin tetîlkirin

Waliyê Agiriyê Mustafa Koç ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê yên neyinî li tevahiya bajêr ji bo sibê dibistan hatin tetîlkirin.

Walî Mustafa Koç di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da diyar kir ku li gor daneyên Midûriya Herêma 16emîn a Meteorolojiyê li tevahiya bajêr berfa zêde û cemed tê payîn.

Koç da zanîn ku ji ber vê yekê 20ê sibatê roja pênçşemê hemû dibistanên li tevahiya bajêr, kursên Qur'anê û navendên rehabîlîtasyonê rojek hatin tetîlkirin û got ku xebatkarên kamuyê yên ducanî û astengdar, dayikên ku zarokên wan diçin kreş û pêşdibistanê û xebatkarên nexweşiyên wan ên kronîk hene dê bi îzna îdarî bên hesibandin.

Li 4 navçeyên Meletiyê ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

 Li Battalgazî, Doganşehir, Yeşîlyurt û Puturgeya navçeyên Meletiyê ji ber berfê dibistan îro hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr da hat gotin ku ji ber berfê û şert û mercên nebaş ên hewayê îro li dibistanên Yeşîlyurt û Battalgaziyê perwerde wê neyê kirin.

Qaymeqamê Doganşehirê Mehmet Kiliç jî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî Xê da diyar kir ku li navçeyê perwerde ji bo rojekê hat rawestandin.

Qaymeqamtiya Puturgeyê jî daxuyand, ji ber qeşaya ku li ser rêyan çêbûye û dibe ku bibe sedemê pirsgirêkan, dibistan rojekê hatin tetîlkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın