Tirkiye

Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin

Buğrahan Ayhan  | 23.07.2024 - Rojanekırın : 23.07.2024
Li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê gelek çek û muhîmat hatin bidestxistin

Ankara

ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê gelek çek, muhîmat û alavên jiyanê yên terorîstan hatin bidestxistin.

Di daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn da wiha hat gotin, "Mehmetçîkên me yên qehreman li herêma Operasyona Pençe-Kilîtê di fealiyetên lêgerîn û kontrolê da gelek çek, muhîmat û alavên jiyanê bidestxistin."

Li gor daxuyaniyê di nava çek û muhîmatên bidestxistî da 1000 muhîmatên Doçkayê, 7 muhîmatên roketa 107 mîlîmêtre, 10 mayînên dijepersonel, 6 muhîmatên hewanê, 2 depoyên avê, kameraya IPyê û alavên jiyanê yên curbecur hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.