Tirkiye

Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê 17 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Fatma Sevinç Çetin  | 12.08.2024 - Rojanekırın : 13.08.2024
Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê 17 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin

Ankara

ANKARA (AA) - Hat ragihandin ku di operasyona esmanî ya ku li bakurê Iraqê ser herêma operasyona Pençe-Kilîtê hat kirin da 17 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Artêşa Tirkiyeyê ji bo ewlehiya hidûdan û hizûr û ewlehiya herêmê li bakurê Iraqê operasyonên xwe bê navber didomîne.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Mehmetçîk li herêma Pençe-Kilîtê qehremaniyên mezin dike, li ser eraziyên herî bi talûke û dijwar şikeftên terorîstan îmhe dike, ji bo ku PKKya rêxistina terorê ji herêmê paqij bike têkoşînê dide.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Li herêma operasyona Pençe-Kilîtê bi operasyona esmanî ya serkeftî va 17 terorîstên PKKyî jî hatin berterefkirin. Ji bo şehîdên me, miletê me, welatê me yê ezîz bê sekn û west em ê bi hemû hêza xwe va têkoşînê bidomînin. Terorîst wê ji berterefbûn û tunebûnê nefilitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.