Tirkiye

Li Kilîsê 2 hezar û 156 xanî û dikan teslîmî erdhejzedeyan kirin

Betül Bilsel  | 30.01.2025 - Rojanekırın : 31.01.2025
Li Kilîsê 2 hezar û 156 xanî û dikan teslîmî erdhejzedeyan kirin

Ankara

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ragihand ku li Kilîsê 2 hezar û 156 xanî û dikan teslîmî erdhejzedeyan kirin.

Serokatiya Ragihandina Serokomariyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xaniyên ku piştî erdheja 6ê sibatê dest bi çêkirinên wan hatibûn kirin, parvekirin kir.

Di parvekirinê da hat destnîşankirin ku li Kilîsê çêkirina 1713 xanî, 4 kargeh û 439 xaniyên gundan qediya û radestî xwedîmafan kirin.

Di parvekirinê da hat diyarkirin ku bi xebatên berdewam heta dawiya sala 2025an ewê 1854 xanî, 4 kargeh û 1003 xaniyên gundan bi giştî 2 hezar û 861 beşên serbixwe yên din jî ewê bên radestkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın