Li Kuçukçekmeceyê di qezaya metrobusê da 10 kes birîndar bûn
Istanbul
Li Kuçukçekmeceya Stenbolê metrobusa di rê da diçû li metrobuseke din qelibî û di encamê da 3 jê xedar 10 kes birîndar bûn.
Metrobusa ber bi îstiqameta Beylikduzuyê diçû, li tanga Sefakoyê ji kontrolê derket û ji kêlekê va li metrobusa ji hember dihat qelibî. Metrobus paşê pekiya çû û li bariyeran xist.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê kirin.
Ekîbên îtfaiyeyê du kesên di bin metrobusê da man derxistin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê da 3 jê xedar 10 kes birîndar bûn.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a li cihê qezayê bo nexweşxaneyên nêzîk hatin veguhestin.
Metrobusên qeza kirin, camên wan şikestin û her wiha ji aliyê pêş û hundir va xesar dîtin.
Xebatên ekîban ên li cihê qezayê didomin.
Rêwî jî peyatî ketin rê û hewl dan xwe bigihînin rawestgehan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.