Tirkiye

Li Kuçukçekmeceyê di qezaya metrobusê de 1 kes mir, 50 kes birîndar bûn, 4 kes hatin binçavkirin

Zeynep Rakipoğlu  | 29.08.2024 - Rojanekırın : 30.08.2024
Li Kuçukçekmeceyê di qezaya metrobusê de 1 kes mir, 50 kes birîndar bûn, 4 kes hatin binçavkirin

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Walîtiya Stenbolê ragihand, di qezaya metrobusê ya li Kuçukçekmeceyê da hejmara birîndaran derket 50yî, ji van 7 jî piştî temambûna tedawiya wan ji nexweşxaneyê hatin şandin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Di qezaya metrobusê da ya li Kuçukçekmeceyê çêbû, vê gavê kesekî jiyana xwe ji dest daye, 2 jê xedar 50 kes jî birîndar bûne. Li nexweşxaneyên birîndar hatin veguhestin, tedawiya birîndaran didome, 7 kesên tedawiya wan temam bûye, ji nexweşxaneyê hatine şandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.