Li Mêrdînê du otomobîl lihevdu qelibîn di qezayê da 11 kes birîndar bûn
Mardin
MARDİN (AA) - Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê du otomobîl li hevdu qelibîn, di encamê da 11 kes birîndar bûn.
Li nêzî Taxa Kalecîk li ser rêbeja Nisêbîn-Midyatê wesayita bi plakaya 27 AEA 48 û ya bi plakaya 47 LD 236 ku hêj nasnameya ajokarên wan nehatiye tespîtkirin li hevdu qelibîn.
Di qezayê da Nurcan E, Suleyman I, Hakan Y, Alaaddin U, Huseyin E, Nurullah N, Muhammet D, Veysel Y, Suleyman T, Abdurahman E. û Nahide E. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên 112 tenduristiya acil, agirkuj û polêsan hatin cihê bûyerê.
Birîndaran veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.