Li Meletiyê di qezaya ku wesayîta eskerî û otomobîl li hev ketin da 5 jê cendirme 8 kes birîndar bûn
Malatya
Li Meletiyê wesayîta eskerî û otomobîlek li hev ketin û di qezayê da 5 jê cendirme 8 kes birîndar bûn.
Wesayîta dewriyeyê ya cendirme ku plaqeya wê 44 JAA 219 e û otomobîla ku plaqeya 58 ABB 674 e, di rêya Meletî-Sîwasê da li texma Kendîrliyê li hev ketin.
Ji bo qezayê ekîbên cendirme, ambulans û îtfaiye hatin sewqkirin. Di qezayê da 5 jê cendirme 8 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, wesayîta cendirmeyan a ku ji wezîfeyê vedigeriya û otomobîl li hev ketin, 5 jê cendirme 8 kes birîndar bûn û wiha dewam kir, "Birîndar demildest gîhandin nexweşxaneyan û tedawiya wan dest pê kir. Xwedê şifayê ji wan ra bişîne."
û navê şofêrê her du wesayîtan ne
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.