Tirkiye

Li Meletiyê bi mezinahiya 4,9ê erd hejiya

Ramazan Ercan  | 15.11.2024 - Rojanekırın : 15.11.2024
Li Meletiyê bi mezinahiya 4,9ê erd hejiya

Malatya

 Di saet 10.46an da navend Doganşehira navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,9ê erdhejek hat tomarkirin.

Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) di saet 10.46an da navend Doganşehira navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,9ê erdhejek hat tomarkirin.

Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 7 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye.

Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da got, "Ez silametiyê ji bo hemşehriyên xwe yên ku erdhejê bandor li wan kir dixwazim. Heta niha agahiyeke neyênî negihiştiye ber destê me."

Wezîrê Navxweyî Yerlîkaya der barê erdheja Meletiyê da daxuyanî da

 Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku piştî erdheja li Doganşehira navçeya Meletiyê li gorî tesbîtên berahî tu rewşeke neyênî çênebûye.

Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê erdheja Meletiyê da daxuyanî da.

Yerlîkaya destnîşan kir ku li Kahramanmaraş, Adiyeman, Gazîentab û Kilîsê jî bi erdhejê hisiyane û her wiha AFAD û saziyên peywendîdar demildest dest bi teftîşa qadê kirine û wiha pê da çû:

"Li gorî tesbîtên berahî tu rewşeke neyênî çênebûye. Îxbarên ku tên, tên nirxandin. Ez silametiyê ji welatiyên me yên ku erdhejê bandor li wan kir ra dixwazim. Xwedê welatê me û gelê me ji hemî bobelatan biparêze."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın