Tirkiye

Li Mersînê 147 polik, 17 hingustîlk û pirtûkeke destnivîs hatin desteserkirin

Aleyna Coşkun  | 17.08.2024 - Rojanekırın : 19.08.2024
Li Mersînê 147 polik, 17 hingustîlk û pirtûkeke destnivîs hatin desteserkirin

Mersin

Li Mersînê 147 polik, 17 hingustîlk û pirtûkeke destnivîs ên ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, hatin desteserkirin û 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê, li navçeyên Silîfke û Akdenîzê, 2 gumanbarên ku tê îdiakirin ji bo berhemên dîrokî bifiroşin li kiryaran digeriyan, hatin girtin.

Di lêgerîna li wesayit û îqametgehên gumanbaran da 147 polik, 17 hingustîlk, pirtûkeke destnivîs û mohrek ên ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, hatin desteserkirin.

Gumanbar hatin binçavkirin û ji bo jêpirsînê ew birin fermandariya cendirmeyê.

Berhem jî bi mebesta vekolînê radestî Rêveberiya Muzeyê ya Mersînê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.