Li Mêrsînê 114 şikbarên ku di operasyona "Zincîrê" da hatibûn girtin, sewqî edliyeyê kirin
Mersin
Li Mêrsînê 114 şikbarên ku di operasyona "Zincîrê" ya li dijî xebatkarên Îdareya Gumrikê ya Mêrsînê da hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr di 19yê Çileya Pêşîn da bi serkêşiya Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê operasyon kiribûn û 114 şikbar hatibûn binçavkirin ku karên wan ên li ewlehiyê temam bû.
Piştî kontrola tenduristiyê şikbar sewqî edliyeyê hatin kirin.
- Operasyon
Wezareta Karên Navxweyî daxuyandibû ku li dijî xebatkarên Îdareya Gumrikê ya Mêrsînê di 19yê Çileya Pêşîn da operasyona "Zincîrê" hat lidarxistin û 114 şikbar hatin girtin.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Mêrsînê hurgiliyên operasyonê eşkere kiribû.
Hatibû daxuyandin ku li gor tesbîtê, xebatkarên li Bendergeha Navneteweyî ya Mêrsînê ji karsazan bertîlê hildidin.
Hatibû destnîşankirin ku piştî tesbîtkirina vê yekê ew hatine şopandin.
Hatibû daxuyandin ku li gor tesbîtê, heke di kar û barên karsazan da tu bêrêtî tunebe xebatkarên gumrikê ji wan bihayê sabît hildidin, lê heke bêrêtî hebe ew ji serê her yek kar û xebata ku dikin ji karsazan bertîlê hildidin.
Di operasyona ku xebatkar û mişawirên gumrikê hatibûn binçavkirin da 128 hezar û 500 lîre, 40 hezar û 355 dolar, 42 gram zêrê kulçe, 18 bazin, kembera zêr, 2 zincîrên zêr, zêrê Reşat, 64 zêrên mezin, 11 nîvzêr, 63 zêrên çaryek, 3 demançeyên bê ruxset, şarjor, 371 fîşeng, 9 saet û hebên hişbirê hatibûn bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.