Tirkiye

Li Mûşê otomobîl li TIRa vedigeriya qelibî û kesek mir, 5 kes birîndar bûn

İbrahim Yaldız  | 01.09.2024 - Rojanekırın : 01.09.2024
Li Mûşê otomobîl li TIRa vedigeriya qelibî û kesek mir, 5 kes birîndar bûn

Muş

 Li Mûşê otomobîl li TIRa vedigeriya qelibî û di encamê da kesek mir, 5 kes birîndar bûn.

Li ser rêbejaya Mûş-Bîngolê li tanga Pireya Muradê, otomobîla Îsa Turk diajot li TIRa ku nasnameya ajokarê wê nehatiye tesbîtkirin û li ser rê vegera Uyê dikir qelibî.

Li ser îxbara gihîşt Navenda Hawarê ya 112 Bilez, ekîbên tenduristî, cendirme, polês û AFADê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.

Ji ber qezayê Saniye Karadaga 43 salî ya di otomobîlê da mir, ajokarê otomobîlê û her wiha Şevval, Merve Başak, Havvanur û Hayrunisa Turk jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hatin veguhestin, hêzên ewlekariyê jî bi kontrol derfet dan herka trafîkê.

Otomobîl bi barbirê va li ser rê hat rakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın